Roman bi dilsozî û hevaltiya du zarokan dest pê dike. Di dema zaroktiya xwe de pir ji hev hez dikin û tu car ji hev naqetin. Dema ciwaniya wan rêya wan ji hev diqete, her yek di rêya xwe de diçe. Yek li gund dimîne, bi demê re bi rika yê din dibe cerdevan. Ê mayî dixwîne, diçe tev refên şervanan dibe, dibe şervan. Pişt re tê girtin. Ji vê qonaxê bi şûnde dayika wî ya weke lehengeke esas derdikeve pêş. Roman bi vî awayî dewam dike. Dayik ji kurê xwe pir hez dike. Her tim kurê xwe dişopîne û li pe ...