Cengname di nava milletên musliman da cûreyekî edebî yê gelek berbelav e. Di serî da li ser Hz. ‘Elî û hinek sehabî an jî mensûbên ehlî beyta Hz. Pêximberî (s.x.l.) gelek vegêran û menzûmeyên şer û mêrxasîyê hatine vehandin. Di seranserî cîhana Îslamî da ev reng cengname hatine nivîsîn û vegotin. Berhemên vê cûreyê ji qedîmen di nava Kurdistanê da werareke baş girtîne. Çi nivîskî çi jî zarekî li ser serhatîyên Hz. ‘Elî û şexsîyetên wekî wî gelek vegêranên pexşan û menzûm di nava kurdan da dihati ...