“Gelek ji gelên cîhanê hê çend sedsal berê niha çîrok û bûyer û serpêhatiyên xwe û ên welatê xwe veguhestine ser zimanê romanê û li bazara edebîyata dinê bûne xwedî nav û nîşan. Lê em Kurd di gel ku di vî warî de xwedanê kelepor û sermayeyeke gelek dewlemend in jî me di vê qadê de gelek dereng dest bi berhemdariyê kiriye. Lê di gel derengmayinê jî dîsa di van salên dawiyê de gelek kesan dest avêtiye vî karî û gelek berhem li çîrok û romanên Kurdî zêde dibin. Îca ev berhema Keremo jî yek ji wan ç ...