Cemîyeta Hêvî, yek ji wan cemîyetan e ku di destpêka salên 1900î de ji layê xwendevanên Kurd ên li
Îstenbolê hatîye damezrandin. Di nav rêza endamên wê yên damezranêr de ev lawên kurd hebûn: Xelîl
Xeyalî (Modkî), Qedrî Cemîlpaşa (Dîyarbekir), Fuat Temo (Wan), Zekî Efendî (Dîyarbekir) û Memduh Selîm
(Wan). Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1328an (9ê Tebaxa 1912an) de li Îstenbolê
hatîye damezrandin û Umer Cemîl Paşa muweqeten ji bo sekreterîya Cemîyeta Hêvî hat ...