Gotina qedîm e, destpêkê gotin hebû. Gotin û kilam hebû. Kilama qedîm. Hosteyan, zaneyan, hunermendan an hunerbêjan gotin kirin nivîs. A niha nivîs heye. Nivîsa qedîm. Nivîsa kilamqedîm.
Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan yek ji çîroka qedîm a Kurdan e. Yek ji kilama qedîm a Kurdan e. Bi texeyûl û vegotina hosteyê dîrokzan, nivîskar û rûspîyê Kurdan Îhsan Colemêrgî êdî nivîs e. Êdî kilam û gotina qedîm nivîs e. Êdî ne tenê di guhên me de dizîze. Êdî bi nivîsê xwe bera nava texeyûl û cîhana me ...