Gelê kurd nêzî du sed salî ye, digel hem û êrîş û qirkirinan jî ji bo parastina hebûn, nasname û çanda xwe tê dikoşe. Ev têkoşîn bi awayên cur bi cur, bi navgîn û rêbazên cur bi cur pêk tê. Ev berhema li ber destên we jî parçeyekî vê têkoşîna domdirêj e. Hevalê Ehmed Tekîn teveka jiyana xwe di ber vê dozê de derbas kiriye. Bi salan e ji ber têkoşîna xwe di girtîgehê de ye. Helbet ew wekî hinek dibêjin, di girtîgehê de “ranezaye”. Bi pênûsa xwe jî têkoşîna xwe ya ji bo parastina çand û zimanê kur ...