Berl Katznelson (1887-1944) yek ji damezrêner û aqilmendê siyonîzma sosyalîst; avakarê saziyên civaka cihû ya li Filistînê ye ku paşê bûn bingeha dewleta Israîlê. Edîtorê rojnameya Davarê (1925) ku heta sala 1996an weşana xwe domand û şikil da fikir û cîhanbîniya tevgera sosyalîst; avakar û yekemîn edîtorê weşanxaneya Am Oved ku aniha jî yek ji mezintirîn weşanxaneyên li Israîlê ye; endamekî çalak ê Kongreya Siyonîst a Cîhanê.
Berlê ku li bajarê Bobruiskê yê Ûrisyaya Spî hat dinyayê, ...