“Tu jî bibêje, stû xwar, çav li tavê, li ber zêrînavê,
vê gavê wê gavê, melisî li ser sîngê deşta xilmaşî ya warê
arzebê, eslê te yê nepenî li taldeyên şaxên spîndarê!”
Bîşenga Deşta Dûr, duyemîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stembol, 2003; Lîs, Amed, 2014), Salname (Lîs, Amed, 2009) û Bêdengî û Tiştên Din (Lîs, Amed, 2012) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û ...