“…li wir, li welêt me dibihîst, wekî li Sovêtê hemû tişt aza ye. Keko, ez serê te yî ezîz kim, min ew kurdên li Yêvlaxê, nava axa sipî da dîtine vir da, min hemû derd-kulê xwe ji bîr kiriye. Min digot hetanî ez sax im du birînê min hene yek ê zû-dereng bicebire, yek ê min ra here tirbê. Yek ew e wekî, weten mîna keça kezî destê neyaran da ye. Yek jî, keko, ez qurban, wexta em çend pêşmerge daketine gundê me, me dît agir bere gund dane, me ji wî gundî her zarek xilaz kir. Me zar hilda paş da veki ...