Di tarîxa nêzîk a kurdan de, gelek mele û alimên ku li medreseyan perwerde dîtine, di bizava kurdayetiyê de bi roleke girîng rabûne. Mele Evdilkerîm Ceyhan jî, di salên 1960-1970yî de bi ilm, karîzma û kurdperweriya xwe bûye îdolek. Hin kesan jê re gotiye “meleyê komunîst”, hinan jî gotiye “kurdçî.” Mele Evdilkerîm, di ti şert û mercî de ji kurdbûna xwe bi paş ve gav navêtiye û ev gotina wî ya navdar, wekî sembola welatperweriya wî ji nifşên din re maye: Bila Welat sax be! Di vê kitêbê de dost, ...