Bi roj Mêrdîn gerdeniyeke zêr e. Li ber tava rojê arekî li ber bê ku çirûsk jê dipekin, weke teyrê tawisekî spî ku perê xwe vekiribe û dabe tîna tavê ye. Bi şev Mêrdîn stêrk in. Riya kadizkê ye carinan Mêrdîn. Rûyekî nepen e
...Bi şev Mêrdîn stêrk in. Bi xaniyên kevirê spî û neqişandî, dîmenên ji dilê dîrokê reviyayî, bi bêhna xwe ya nepen, bi rengê mirovên xwe yên esmer Mêrdîn bi şev esmer e. Weke Labîrenta Pan, kolanên wê yên teng, bêhna lewanta, qaqule, kuncî, şekirê behîvên Mêrdînê ye, ...