Tariyê erd hilçinand. Bi şevereş. Zom razabû. Tenê qîzeke cahil nikarîbû raza, xewa wê teqisî bû. Ewê şingîna bayê zirav nedibihîst ku konê bavê wê nerm dihejand. Qîza cahil tenê dengê dilê xwe yî bêsebr dibihîst.Ew fesal ji nivîna xwe derket ber bi zinarê nêzîk ve çû.Qerewilê cahil, apinciyê reş li ser milan, li hêviya wê bû.– Xwe bide ber sînga min, kafirê, em hevdu hemêz bikin, qet xeber nedin, heta sibê… Vî cureyî ti kes pê nahese, – wî got.– Ax, dinya çire ewqas teng e, tenê wek ciyê mezele ...