Romana BENDAR, ji 15 beşan pêk tê. Roman li
ser tevneke Fantastîk hatiye avakirin. Roman
bi beşa Mala Bêban dest pê dike, bi Kehaneta
Sêmenda didome û bi beşa Kesk û Sor û Zer bi
dawî dibe. Di romanê de gelek raz û sembolên
kurdewar bi cî bûne. Di vê romanê de pirtûk bi
lehengên xwe re dipeyivin. Di beşa Korê Nekor
de ji devê leheng gotinên Felsefîk tên vegotin.
“...Herkes paş de mabû. Zilamê ku bi tena serê
xwe mabû, bi lez û bez ket hundirê ...