Jiri, zanîn û peljeniya milletekî di zimanê wî de kom dibe. Lewra ziman hebûna millet e. Neteweyek li hember neteweyên din jî bi zimanê xwe ve hêza xwe û hebûna xwe dide nîşan. Ger ku ax bête wendakirin millet wenda nabe lê dema ku ziman wenda bû meriv nikare êdî behsa wi milleti bike. Helbet wendabûn an wendanebûna ziman rasterast bi bikaranîna wî ve 'eleqedar e. Lê ji bilî vê, li ser dewlemendî û pêşvebirina ziman xebatên zimannasî, bējesazî û etimolojîyê jî pêwist in. Lewra kok çiqas zexm be ...