Bartlebyê Nivîsevan (1853), novela Herman Melville, di dîroka wêjeyê de, ya ku mirovahîyê pak dike, bûye yek ji berwexttirîn deqên rijd û qurs, yek ji mizgînberan bo şahkarên di vî warî de. Her wisa jî Bartlebyê Nivîsevan bere bere bûye yek ji nemirtirîn berhemên Herman Melville bi xwe, yê ku di saxîya xwe de qedr û qîmet nedîtîye, lê îro bi gelek berhemên xwe ve, bi taybetî jî bi Moby-Dicka xwe ve, nivîskarekî hemû mirovahîyê ye.
Warê bi navê werger ê ku “gulvedana gewre” ya wêjeya Kurdî ye, ji ...