Sal, 1998. Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CDyên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike. Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse. Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî, bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran. Bajarê Mosîqarên Spî, ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanê ...