Hin tişt hene ku tu nikarî wan hilbijêrî, ew te hildibijêrin. Nivîsandin jî yek ji wan e. Dîsa çi ecêb e ku êş bi xwe re li şûna berhemên trajîk bêhtir ên mîzahî tîne. Di malzaroka êşê de wekî helwesteke xweparastinê pêkenok dixuliqe û bi demê re diwelide. Dema min dest bi nivîsandina çîrokan kir min dît ku çîrok gazî hev dikin. Tu tiştekî ji nav şikêra çîrokan derdixî, hêj te ew bi aliyê xêrnexwazekî ve neavêtiye yeke din tê şûna wê. Êdî yek û yek xwe bi te didin nivîsandin. Carinan mirov kevir ...