Tevî ku ji aliyê gelek kesan ve wekî çîroka dirêj an jî romana kurt tê binavkirin jî gelek qalibên wêjeyî di nava xwe de dihewîne û bi mijara honaka zanistiyê hatiye nivîsandin. Lehengê sereke ya pirtûkê profesor Ardûda ye ku navê xwe jî daye pirtûkê. Û kopya wî ku profesor ji xwe diafirine. Belê pirtûk ji aliyê mijarê ve gelek balkêş e ji ber ku em heya niha di wêjeya Kurdî de rastî tevn û mijareke bi vî rengî nehatibûn. Em karin bêjin li bakur belkî li tevaya welêt yekem careke ku pirtûkeke bi ...