Ev tam neh sal û çar meh in ez di zîndanê de me. Sala pêşiyê ez deh mehan mam û hatim berdan. Ji ber hinde jî ew ji kîsî min çû. Lê piştî berdanê ez pênç-şeş mehan li derve mam û dîsa hatim girtin. Mixabin vê carê jî, heta min cezaye diwanzdeh salan wergirt du salên min berhewa çûn. Dema Hişê min hat, min texsîr nekir. Ev pirtûk jî yek ji wan xebatan e.
Min xwest ku ji gelek zanyar, ramyar û nivîskarên dinyayê wergeran bikim. Lê mixabin ji ber bêîmakaniyan ev raman û xeyala min jî diy ...