Dengbêjî û stranbêjî hunerên herî kevn in. Bi taybetî dengbêjî kevneşopiyeke gellekî girîng ji bo çanda kurdî ye û ji hunera xwendina kilamên gelêrî yên Kurda re tê gotin. Dengbêjî şêwazek ji gotina stran û awazên kurdî ye û stran û awaz jî hêmanek ji wêjeya devkî ne.
Dîroka wêjeya devkî, ji ya nivîskî pir kevintir e. Her wisa di wêjeya Kurdan da, dengbêjî û stranbêjî hem ji bo wêjeya devkî û hem jî ji bo wêjeya nivîskî xwedî roleke pir mezin e. Di dîroka Kurdan da, çanda dengbejiyê l ...