...Di têgeha "dengbêj" de "deng", di çarçoveya meqam, sewt û awazên dengbêjiyê de melodî, lorandin, xulxulandin û jenandin e.
Bi maneyeke din, di nava Kurdan de li ser eşq, şer û mijarên din bûyer qewimîne, li gelek deveran ev bûyer hatine bihîstin, van bûyeran bandor li ser civakê hîştine û di nava gel de "deng" dane.
..."Bêj" jî gotin û vegotin e. Bêj peyva bijarte ye. Bêj peyva kemilî û kamilî ye.
Bêj, hêz û bedewbûna hunera dengbêj e. Bêj honaka kilamê ye, vegotin û sêwirand ...