Piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin ûnivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar,rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî,di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendînnivîskarên kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendînromanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînanronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jo ...