Agirê ku bi mala me ketiye yê ev pirtûk behsa wî dike, agirê bişaftinê, yê asîmîlasyonê ye. Helîm Yûsiv xwe dide ber siya vî agirê ku roj bi roj gurtir dibe û dinîvisîne. Bi van gotar, helwest, nivîs, nirxandin û gernameyên xwe rewşa nivîskarî, weşangerî, werger, rexne, siyaset û çand, wisa jî têkiliya wêjeyê û civakê bi mînak û serpêhatiyan li ber çavan radixîne. Herweha gereke ber bi destnîşankirina wêneyê wêjeya kurdî di dîmenê giştî yê wêjeya cîhanê de ye. Ji bilî gelek agahdariyên di derbar ...