Peşêw yek ji stûnên dîyar ên helbesta kurdî ye û ji bo têgihîştina helbesta kurdî nasîna wî pêwîstîyek e. Lê Peşêw ne tenê bi hunera xwe, bi helwesta xwe ya ronakbîrane jî xwedî pêgeheke giring e. Ji ber vê ye ku wek siwarçakekî meydana kurdayetîyê li ser tixûbên herî berfireh ên huner û ronakbîrîyê hespê xwe dibezîne û navê xwe li tenişt navên Xanî û Hacî dikole. Lê ev tenê alîyekî wî ye, bi alîyekî xwe yê din jî noqarekî wêrek ê deryaya evînê ye ku dersa xwe ji Cizîrî û Nalî wergirtîye û hevîr ...