1915 Komkujiya Ermenan Îsal (2005) di ser komkujiya ermeniyan re tam sed sal derbas dibe. Sala 1915an saleke reş e ji bo ermeniyan. Ji milyonekê zêdetir ermenî ji erdên xwe hatin bi dûrxistin û bi darê zorê Anadoliyê hatin derxistin. Bi hezaran hatin kuştin, di rê û çolan de mirin. Koka wan li Anadoliyê hate birînê. Îro dinê-alem zane û bi yekdengî dibêje ku di bûyera qirkirin û komkujiya ermeniyan de dewleta osmaniyan sucdar e. Hezên dewletê, hêzên fermî ev plan biriye serî û derbasî pratîkê ki ...