Gotinên pêşiyan, gotinên gel ên bi kakil in ku di heman demê de bi hêza xwe, teşe didin jiyana gel. Gotinên pêşiyan, ji destpêka dîroka gelan heta roja me, ji bawerî û kevneşopiyên gel dawerivîne, li gorî qaîdeyên rûniştî bi qalibên diyar tenê gotin û nivisîn.
Her gotineke pêşiyan darêzekê, dersekê, hukmekî an jî şîret û pendekê,dahêneke bedewkar, derûniyekê, qerf û henekeke estetîk û rexneyekê dihewirîne.
Her gotineke pêşiyan, teqez cara pêşîn ji aliyê kesekî zana û şareza ...